Sûcên têkildarî namûsê çi ne?

Armanca şidet û zordestiya têkildarî namûsê ew e ku li gorî têgehên wekî namûs, bênamûsî, şerm û bêşermiyê pîvan û nirxên civakî biparêzin. Di van şert û mercan de namûs nirx û mafê rêzgirtina her kesî nîşan dide.

Di çarçoveya namûsê de, namûsa mêrî bi hêza wî ser kontrolkirina laş, tevger û cinsiyeta jinan ve tê destnîşan kirin. Eger jinek nêzîk pîvan û nirxên rêzdarên komê binpê bike, ew ê ji zilamê kesî re şerm bike. Armanca şidet û zordestiya têkildarî namûsê ji bo parastin an vegerandina namûsê hatiye pirsîn an jî binpêkirin. Dibe ku ev kom ji malbat, eqrebe, eşîr an jî komeke din a xwezaya wekhev pêk were.

Têgeha namûsê

Di gelek waran de, namûs wekî tiştekî erênî tê dîtin. Civakên ferdperest namûsê bi taybetmendiyên wekî durustî, rastî û dadperweriyê ve girê didin. Taybetmendiyên ku hemû kesên civakê dikarin ev hebin. Di civakeke ku li ser ferdiyetê hatiye avakirin de her kes dikare serbilind be. Helbet, di civakên komî de, tenê mêr têne rêz girtin. Li gorî van civakan, ji bo ku mêr di jiyana xwe de binamûs bibînin divê jin pir sernizim bin û laşê xwe eşkere nekin. Bi gotinek din di çanda namûsê de şerm serdest e.

Normên çanda namûsê

Di normên namûsê de jî têgihîştinek heye ku navûdeng û binavbûna malbatekê bi reftarên rastî an yên îddîakirî yên endamên malbatê yên jin ve girêdayî ye, anko, ew çiqasî bi tiştê ku li gorî armancên serdest ên çanda namûsê tê pejirandin, anko keçiktî û paqijiyê ve pabend in. Tê çaverêkirin ku keç û jinên nezewicî berî ku tevbigerên çalakiya seksî pêk bînin li benda zewacê bisekinin, herwusa tê çaverê kirin ku keç û jinên zewicî xwe ji seksa derveyî zewacê dûr bixin.

Ez xwe di telikê de hîs dikim. Carekê kurhevalek min hebû ku min jê hez dikir. Wan tevahiya jiyana min xera kirin. Ez êdî careke din wî nebînim.

Her tiştên ku ez jê fêm nakim li gorî Rapora Save the Children

Kontrolkirin û desthilatdarî

Desthilatdarî û kontrol pêkhateyên sereke yên zordestiya li ser namûsê ne. Sînorkirin, tehdîdên neqanûnî, şantajên hestyarî, heqaret û her cure îstîsmar zordestî ye. Bi giştî di navbera çewisandin û, ji bo nimûne, şideta derûnî de xêzek nazik heye.

Armanca zordestiya têkildarî namûsê ew e ku meriv li ser eqrebeyên jin kontrol bike, da ku rê li ber reftarên wan bigire ku xetera bênamûskirina mêr an malbat, eqrebe û civakê pê re hebe. Ji ber vê yekê zordestî û şideta têkildarî namûsê wesîleya pêkanîna desthilatdariyê ye.

Di çarçoveya zordestiya namûsê de, dêûbavan bi giştî hema her tiştî li ser zarokên xwe biryar didin. Ev dikare pêk were ji zarok çawa cilan li xwe bikin, destûr tê dayîn ku ew wextê xwe bi kê re derbas bikin, perwerdehiya cûrbecûr ku ew distînin û çalakiyên cûrbecûrên werzîşê ku destûr didin wan bikin. Herwusa ew dikare veqetandina laşî û civakî, bo nimûne, kur û keç, jin û mêr, li malê, pêşdibistanê, dibistanê û çalakiyên dema vala jî destnîşan bike.

Di warê namûsê de nepejirandin û paşguhkirina endamên komê jî dibe zordestî. Dibe ku ew wekî têgehên şermezarker ên wekî ehmeq, fahîşe, an nexwestî were binav kirin. Helbet, ew dikare tehdîdên cûrbecûr jî bigire, wek îhtîmala ku endamên komê yên din jiyanê ji kesa ziyanbar re dijwar bikin.

Xala 12 ya Peymana Mafên Zarokan dibêje:

Ev peyman daxwaz dike ku dewlet mafê zarokên ku dikarin ramanên xwe pêk bînin bidin ku di hemû mijarên têkildarî wan de bi serbestî nêrînên xwe diyar bikin. Li gorî temen û asta mezinbûna zarokî, divê nêrîna zarokî giring were hesibandin.

Bi piranî, rewş li gorî zayendê cûda ye. Di warê namûsê de, keç û jin bi giştî ji nûciwan û mêran zêdetir ji nêz ve têne şopandin û sînor kirin.

Ji bo nimûne, zordestî pêk tê ji zewaca mecbûrî yan jî mecbûr kirina zarok an mezinan ku li dijî daxwaza xwe bizewicin. Herwusa ev dikare were wê wateyê jî ku ji keç û jinan re destûr nayê dayîn ku bi nûciwan û mêran re têkilî daynin an jî dema ku ji malê derdikevin divê her dem zilamek bi wan re be.

Di encama pêkanîna tevgerên nexwestî de, dibe ku mirov rastî zordestî û şideta têkildarî namûsê were. Dûv re dibe ku endamên din ên komê, wek nimûne, wusa bidin xuya bikin ku ew kes tune. Herwusa dibe ku kesa mexdûr were dûrxistin an bi navên bêrûmetî were binav kirin.

Zordestiya namûsê herwusa dikare mecbûrkirina endamekî malbatê yan jî eqrebeyekî din ku zordestiyê li yekî din bike, wek mecbûrkirina kurî ku mecbûrî xuşkên xwe kontrol bike. Di rewşên wusa de, hem nûciwan û hem jî keç rastî sinetkirinên namûsê tên.

Sînorkirin

Zarok û nûciwan pir caran bi her cûre sînoran dijîn. Cihana mezinan sînoran destnîşan dike û ji zarok û nûciwanan tê hêvîkirin ku li gorî van sînoran tevbigerin. Sergêr xwedî desthilatin ku di warên cûrbecûr yên girêdayî zarokî re sînoran danên û biryaran bigirin. Helbet mafê zarok û nûciwanan jî heye ku bibin xwedî nêrîn û beşdarî mijarên ku bandorê li wan dike, bibin.

Derfetên zarokan ku bandorê li jiyana xwe bikin divê her ku mezin û baliq dibin zêde bibin. Ji bo zarok û nûciwanên ku di hawîrdorek birûmet de dijîn, cihê jiyana wan her ku ew mezin dibin piçûktir dibe; ev bi taybetî ji bo keçên ku azadiya wan pir caran bi destpêka adeta mehane re pir kêm dibe, rast e.

Tesbîtkirina sînorê di navbera sepandina qebûlkirî ya berpirsiyariya dêûbavan û binpêkirina azadî û mafên bingehîn ên zarok û nûciwanan de dikare dijwar be. Sînorkirinên dêûbavan li ser zarokên xwe her tim ne maqûl in. Sînorkirin dibe ku bibe sedema kontrolkirina dêûbavan li ser zarokan bi vî rengî ku mafê zarokan ji bo beşdarbûn û biryardana li ser jiyana xwe binpê bike.

Ez pi hez dikim ku ez bi hevalên xwe re biçim avjeniyê. Bifikirin ku ez jî mîna kesî din im. Lê min ne cilê serşokê û ne jî bikini heye.

Her tiştên ku ez jê fêm nakim li gorî Rapora Save the Children

Mafê zarokan hene tevî ku wek mezinan xwedî heman serxwebûnê nebin. Mafê beşdarbûna zarokan, rewşa wan a hiqûqî û civakî di civakê de nîşan dide. Yek ji binemayên Peymana Mafên Zarokan jî ew e ku mafê zarokan heye ku di mijarên ku bandorê li wan dike de guhdarî bikin û beşdar bibin. Mezin divê mafên beşdarbûna zarokan di hemû mijarên têkildarî mafên zarokan de berçav bigirin.

Zarok û nûciwanên ku rastî zordestiya namûsê tên, pir caran ji wan re qedexe ye ku bi hevalên xwe re bicivin. Hevdem dibe ku ew li ser cihên ku di dema xwe ya vala de destûr tê dayîn ku biçin, dersên ku destûr jê re tê dayîn, û cilên ku divê li xwe bikin jî werin sînordar kirin.

Ji bo zarok û nûciwanên ku di komeke bi taybetî ziyanbar de ne, wek kesên kêmendam an jî kesên ku wekî LGBTQI tên nasîn, rewş dikare hîn aloztir jî bibe. Ji bo nimûne, gengaze dema ku malbat ziyanbariya kesek ziyanbar, wek meyla wî/wê ya zayendî bibîne, dibe ku kontrolan zêde bike.

Şidet

Şideta girêdayî namûsê dikare fîzîkî, derûnî, maddî, zayendî, an sembolîk be, an jî têkiliyek ji van awayên vegotî be.

Şideta fizîkî

Şideta fizîkî bi giranî îstîsmarê cûrbecûr ji xwe digire ku mexdûrî tûşî êş an zirara fîzîkî dike. Tundûtûjî dikare pêk were ji lêdan, derbe, nîşankirin, kişandina porê, û bi navê avêtina asîdê, hwd.

Di çarçeweya namûsê de, ne asayî nîne ku şideta laşî tiştên xemilandinê yên wekî tiraşkirina mecbûrî, qutkirina perçeyên laşî, an jî guhertina laşê mexdûr bi rêyên wekî êrîşên asîdê ve bigire nav xwe. Formek din a tiştên xemilandinê karanîna tiştên ku bi nepakiyê ve girêdayî ne, wekî gezik, şimik, an çîpek, ji bo pêkanîna kiryarên şidetê ye.

Armanca tiştên xemilandinê ew e ku mexdûr ji civaka komî dûr bixin û berpirsyariya exlaqî ya sûcdar ji kiryarên wê rakin.

Şideta derûnî

Şideta derûnî bi giştî peyvên bêrûmet û heqaretê dihewîne, wek fahîşe, paşmayî, bêrûmet û nexwestî. Herwusa dibe ku mexdûr rastî lêpirsîna dualî, awayên cûrbecûr yê heqaret û bêrûmetî, dûrxistina civakî û gefên ser cezayên cuda were.

Bi giştî, kiryarên ku dikarin wekî şideta derûnî werin binav kirin bi tevgerên zordest re li hev diken, wek rûreşkirina mexdûr an kontrolkirina mexdûr bi gefa cezakirinê.

Şideta madî

Şideta maddî, ku wekî şideta darayî jî tê zanîn, dikare ji sînorkirinên eşkere pêk were ku tê de mexdûr ji birêvebirina sermaya xwe û xerckirina darayê qedexe ye. Zevtkirina darayî demekê pêk tê ku sucdar mecbûr bke ji bo eşkere nebûna tiştekî ku malbat an eqrebeyê mexdûr şerm bike, pere werbigire.

Şideta zayendî

Di warê namûsê de, tecawiz, têkiliyên zayendî di navbera kesên pirr nêzî hev de, ceribandina keçîtiyê, sinetkirin, niştergeriya perdeya keçîtiyê mecbûrî û tacîza zayendî mînakên şideta zayendî ne. Zewaca zarok û Zewaca mecbûrî gelek caran bi şideta zayendî ve girêdayî ye.

Şideta zayendî di çarçoveya namûsê de dikare bi taybetî dijwar be ji ber ku dikare du aliyên wê hebin. Ji bilî vê yekê ku mexdûrên tawanê rastî îstîsmara zayendî tê, eger malbat, eqrebe an jî civak ji vê îstîsmarê agadar bibin, cezayên giran li wan tê sepandin.

Şideta sembolîk

Birîndarkirinên cûrbecûr, wek xerakirina tiştên kesane an zerargehandina ji heywanê wê, mînakên şideta sembolîk in. Ew kiryar bi giştî dişibin tiştên xemilandinê ku di şideta laşî de jê re tê gotin namûs.

Zordestiya têkildarî namûsê sûc e

Di 1-ê Hezîrana 2022-an de sûcên têkildarî namûsê li Swêdê bû sûc. Sûcên li dijî namûsê her cure kiryarên sûcdar ên ku bi mebesta parastin an vegerandina namûsa kesek, malbat, eqrebe an komeke mîna wan pêk tê. Eger kesekî hinek tawanan cûrbecûr kiribin û ev kiryar beşek in ji binpêkirina ducarî ya kesayetiya mexdûr û bi mebesta ku ziyaneke giran li xwebaweriya mexdûr bike, dibe ku sûcdar bi salek heta şeş sal zîndanê were ceza kirin. Bi vê texmînê ku sûc bi armancek namûsî pêk hatine.

Cezayê namûsê hemû sûcan nagire nav xwe. Kiryarên sûcdar ên ku dikarin bibin sûcê li dijî namûsê, bi lîsteyek di Beşa 4, Xala 4 ya xala cezayê ya Qanûna Cezayan de hatiye sînor kirin. Ev têkildarî binpêkirina Beşên 3, 4, 6 û 12 yên Qanûna Cezayê, Beşa 5, Beşa 1 an 2, û Beşa 24 ya Qanûna Qedexekirina Têkilî (1988:688) ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, dibe ku sûcên wekî destdirêjî, gefxwarinên neqanûnî, tacîza zayendî, zirara mal û herwusa binpêkirina fermana têkilî-nekirinê be.

Sûcên têkildarî namûsê tê wê wateyê ku, bo nimûne, kesê ku kesek din rastî destdirêjiya piçûk, tehdîdên neqanûnî, û zirara darayî kiriye, eger sedemek têkildarî namûs li pişt sûcê hebe dikare bi cezayê girantir were ceza kirin.

Divê sûcên nû di rewşên binpêkirinên ducarî û sîstematîk de were sepandin. Lê belê sûcên herî giran ên weke kuştin, destdirêjiya seksî û sinetkirina jinan, weke sûcên têkildarî namûsê nayên dîtin. Çawa ku binpêkirinên giran ên wekî binpêkirina saxlemî û binpêkirinên giran ên saxlemiya jinan, sûcên girantir jî divê ji hev cuda werin lêpirsîn kirin. Ji ber vê yekê, sûcdar dikarin hem ji ber zordestî û şideta têkildarî namûsê û hem jî ji ber destdirêjiya zayendî, di doza sûcên kêmtir giran de ku bi mebesta têkildarî namûs pêk hatine werin darizandin. Di dozên ku sûcên girantir tên darizandin de, sedema zêdekirina cezayê sûcên têkildarî namûsê herwusa dikare were sepandin û cezayê giştî were zêde kirin.

Zewaca mecbûrî û zewaca zarokan

Li gor qanûnên Swêdî, neqanûnî ye ku kesek din mecbûrî bikeve zewacê an jî têkiliyek mîna zewacê. Ji sûcê zewaca mecbûrî herî zêde çar sal ceza tê xwestin.

Wekî din, ji 1-ê Tîrmeha 2020-an pê ve zewaca zarokan li Swêdê qedexe ye. Ji ber vê yekê, zewac an jî têkiliyek mîna zewacê bi kesek di bin 18 salî re li Swêdê neqanûnî ye, bêyî berçavgirtina vê yekê ka ew têkilî li ku derê çêbibe. Zarok nîne ku sûcê dike, yê ku zarok mecbûr dike bikeve zewacê yan jî têkiliyek mîna wan, mezin in. Kesê ku bibe sedem zarokeke bizewice an jî plan dike ku zarokek bizewice, sûcdar e. Zewaca zarokan sûc e ku heta çar sal cezayê girtîgehê heye.

Sinetkirina jinan

Qanûna Swêdî destwerdana li endamên zayendî yên derve yên jinan bi mebesta sinetkirin an jî guhertinên mayînde yên din di endamên guhnelî ên kesê bi bandor de qedexe dike. Ne girîng e ku mexdûr vê rêbazê bixwe qebûl dike an na.

Sinetkirina endamên zayendî yên jinan kiryareke zerardar e ku dikare zirareke cidî bide mexdûran. Yek ji armancên sinetkirina jinan ew e ku bi girêdana zayendiya keç û jinan bi êş û şermê re meyla zayendîtiya wan kontrol bike. Pir caran, ev pêvajo bêyî bêhiş kirinê pêk tê.

Form an dereceyên cuda yên sinetkirina jınan hene. Rakirina bi tevayî an jî beşek ji kilîtorîs an çermê kilîtoral cureyê sinetkirina guhnelîê ya herî kêm êrîşkar e. Cûreya din nîşan dide ku lêvê mîtikê jî bi tevahî an jî beşek têne rakirin. Di cureya sêyem de, ku bi navê înfîbulasyon tê zanîn, hemû endamên guhnelî ên derve têne rakirin û tevna derdorê dîsa bi hev ve tê dirûtin û tenê qulikek piçûk ji mîz û xwîna heyzê re dihêle.

Cûreyên din ên sinetkirina cûrbecûra endamên guhnelî ji qutkirin, kişandin, şewitandin, an "kêrkirin" pêk tê.

Keç û jin bi giştî beriya çalakiya zayendî rastî sinetkirina jinan tên. Wekî encamek, îmkana rûbirûbûna zarokan asayî ye. Ti bingeheke tibî ya sinetkirina jinan li ser keç û jinan nîne.

Nîşanên din ê şidet û zordestiyê

Şidet û zordestiya têkildarî namûsê dikare gelek awayan bigire ber xwe. Ji bilî zewacên mecbûrî û sinetkirina jinan, her cure gef û şidet û her cure zext û zordestî hene.

Hewşdanên ji bo veguherînê

Ji bo kesên LGBTQI yên ku di hawîrdorek birûmet de dijîn, zordestî dikare forma zextê bigire daku mirov li gorî nasnameya zayendî an meyla zayendî ya cuda ji tişta ku bi rastî xwe pê re nas dike, bijî. Di hewildana veguheztinê de, malbat an eqrebe dikarin hevjînek minasib ji zayenda dijber vebijêrin. Hevdem dibe ku qedexekirina lixwekirina cil û bergên kesane an qedexekirina tşkiliya bi hin kesên taybet be.

Rêwiyên perwerdehiyê

Yên ku jê re tê gotin rêwiyên perwerdehiyê cûrek zordestiya namûsê ye ku ji bo kontrolkirina zarok û nûciwanên ku pabendî normên malbatî an civakî nînin, têne bikar anîn. Malbat an jî komên din ên mîna wan diyar dikin ku, wek nimûne, zarokek an nûciwanek dibe ji welatê dêûbavê xwe re were şandin ku li cem eqrebe an endamên komên din ên ku dikarin zarokî li gorî nirxên civakî mezin bikin, bijîn.

Qedexeya derketina derve

Ji bo ku zarok ji derveyî welat neyên birin û nehiştina zewaca zarokan an jî sinetkirina wan, qedexeya derketina derve dikare ji bo zarokan were sepandin.

Eger metirsiyeke mezin hebe ku zarokek ji bo zewacê yan jî têkiliya zewacê ji Swêdê derkeve, yan jî were sinet kirin, Daîreya Xizmetên Civakî dikare daxwaza qedexekirina derketina zarokî bide. Daxwaz li dadgeha îdarî tê kirin.

Di rewşên lezgîn de, Komîteya Xizmetên Civakî dikare qedexeya çûnûhatinê ya demkî derbixe û piştre raporê bide Dadgeha Îdarî, ku dê biryara bide ka qedexeya derketina derve were sepandin yan na.

Qedexeya rêwîtiyê ya ku hatî dayîn divê bi rêkûpêk were lêkolîn kirin da ku were destnîşankirin ka qedexe hîn jî pêwîst e. Dema ku zarok di bin xetereyê de nema divê qedexeya derketina derve were rakirin.

Li gorî zagona (1990:52) bi qanûnên taybet ên li ser lênêrîna nûciwanan, LVU, qedexeya derketina derve ne pêwîst e ku bi binçavkirinê yan jî tedbîrek din re were tevhev kirin.

Hincetên têkildarî namûsê yên ji bo cezayên tundtir

Ji 1-ê tîrmeha 2020-an pê ve li Swêdê ji bo sûcên ku têkildarî namûsê pêk hatine bingehek zêdekirina cezayê heye. Ev tê wê wateyê ku dema ku cezayê sûcdar were destnîşankirin, divê dadgeh li ber çavan bigire ka sedema kirina sûc parastin an vegerandina namûsa kesek, malbat, eqrebe an komek din a mîna wan bûye. Eger mebestek birûmeta namûsê hebe, ew rewşek giran ku divê cezayê girantir ji sûcê navborî derkeve holê.

Ji bo ku dadgeh bikarin cezayê sûc zêde bikin, dibe ku yek ji mebesta sûc namûs be. Ji ber vê yekê, ji bo parastin an vegerandina namûsê bi tenê armanc an jî mebesta bingehîn a sûcê pêwîst nake.

Berevajî mantiqa zêdekirina cezayê, danasîna sûcê nû yê şideta têkildarî namûsê dê bihêle ku polîs û dozger bi bandortir li sûcên ku bi mebesta namûsê pêk tên, lêkolîn bikin. Sûcê taybetî piştrast dike ku ew pirsa ka sedemek têkildarî namûs ji bo tawanan hebû ya na di dema lêpirsînê de were vekolîn û belge kirin.

Dersînorkirina ji ber encamên sûcê

Kesên ku sûcên têkildarî namûsê biken, li gorî sûcê ku berpirsiyar e tê were ceza kirin. Ji bo zewaca mecbûrî yan jî zewaca zarokan, herî zêde çar sal cezayê girtîgehê heye. Ji bo sûca tevlihevkirina rêwîtiya zewacê de, cezayê herî zêde du sal e. Ji sûca nû ya namûsê herî kêm salek û herî zêde şeş sal cezayê girtîgehê tê sepandin. Cezayên ji bo sûcên sinetkirina jınanê li gorî ka ew sûcek piçûk, sûcek navînî, an sûcek giran be, diguhere. Ji bo sûcekî giran cezayê herî zêde deh sal girtîgeh heye.

Eger sûcdar kesek biyanî be ku li EEA niştecih be, dibe ku ew ji Swêdê were dersînor kirin. Eger kesek bi sûcek ku dibe sedema zindanê were mehkûm kirin dersînorkirina wî/wê mimkin e. Biyaniyek ku bi sûcên têkildarî namûsê sûcdar tê nas kirin rîska dersînorkirina ji Swêdê heye.

Dema ku dadgeh biryar dide ku biyaniyek ku sûc kiriye divê were dersînor kirin an na, divê dadgeh têkiliyên ew kesî bi civaka Swêdî re li ber çavan bigire. Ji bilî vê, di dema cezakirinê de, divê dadgeh bifikire ka sûcê dersînorkirina ji Swêdê bandor li tawanbar dike yan na. Ev tê wê wateyê ku eger hin şert û merc guncan bin, dadgeh dikare ji cezayê ku ji bo sûcê hatî destnîşan kirin cezayek kêmtir bide.