Ji kesên ku nêzî te ne

Şidet û zordestiya têkildarî namûsê kêm caran tenê li ser kesek di malbatekê de, nav eqrebe, an komek din a mîna wan de bandor dike. Namûs di hemû hebûnê de derbas dibe û ji ber vê yekê bi awayekî bandorê li hemû endamên komê dike.

Zarokên li derdora xwe biparêzin

Wek dêûbav an jî eqrebayên nêzîk, hûn ji zarokên li derdora xwe re berpirsiyar in. Kes nikare zarokek an mezinek mecbûrî bizewicîne. Her wiha destûra zewaca kesên biçûk ji aliyê kesek mezin jî neqanûnî ye.

Li Swêdê destûr nayê dayîn ku zarok bizewicin, çi zarok bixwe bixwaze bizewice yan na. Zewcîna bi zarokekî sûc e. Zewicandina kesekî mezin mecbûrî li dijî vîna wê jî neqanûnî ye. Ev sûc wek zewaca mecbûrî tê naskirin. Herwusa destûr nayê dayîn ku kesek zarokek an mezinek ji bo zewacê bibe derveyî welat. Ev sûcek e ku wekî sextekariya di zewacê de tê naskirin.

Li Swêdê sinetkirina jinan jî qedexe ye. Herwusa qedexe ye ku zarokekî ji bo sinetkirinê bibin derveyî welat.

Ji 1-ê Hezîrana 2022-an pê ve, şideta namûsê li gorî qanûnê wekî sûc tê hesibandin. Eger di encama sûcekî nû yê namûsê de binpêkirinên sîstematîk hatin kirin, êdî dikaribû weke sûcên têkildarî namûsê bên cezakirin.

Hinek tişt hene ku hûn dikarin bikin ji bo alîkarî û piştgirîkirina zarokek an nûciwanek ku hûn difikirin ku rastî şidet û zordestiya têkildarî namûsê an destdirêjiyê hatiye an jî di bin xetereya tundûtûjiyê de ye. We piştgiriya qanûnê heye. Bi kesekî li xizmetên civakî an polîs re bipeyivin û alîkariyê bixwazin.

Bi zarok û nûciwanan re bipeyivin

Eger hûn guman dikin ku zarokek an nûciwanek rastî destdirêjiyê hatiye, dibe ku ji we re dijwar be ku hûn bi wan re têkilî daynin. Helbet, pir girîng e ku hûn wekî mezinek wêrek bin ku gava ku zarok û nûciwan dixwazin bipeyivin bipirsin û guhdarî bikin. Li jêr hinek xal hene ku divê dema ku bi zarok û nûciwanan re têkilî daynin ji bîr nekin.

  • Pirsên vekirî bipirsi.
  • Li bersivan guhdarî bikin.
  • Bi çîroka zarokî yan nûciwanî dest pê bikin.
  • Hertişta ku ji we re tê gotin, biwêribin bimînin û bibin piştgirî.

Nîşanî zarokê xwe bidin ku hûn ji wê guhdarî dikin û zimanê xwe bi zimanê zarokêî re veguherînin, bi taybet di derbarê zayend, nasname û regezê de. Ji bo nimûne, divê hûn cînavek bikar bînin ku kesê ziyanbar dema ku behsa xwe dike bikar bîne. Ev dikare ji zarokî re hêsantir bike ku sirên xwe veke û eşkere bike.

Gava ku gumanbariya şidet û zordestiya têkildarî namûsê tê kirin, baştire be ku meriv bipirse,

  • Tiştek heye ku hûn dixwazin bikin lê destûr nadin ku hûn bikin?
  • Tiştek heye ku hûn naxwazin bikin lê ji we tê xwestin ku hûn bikin?

Pirsên din ên ku alîkariya zarok an nûciwanî dikin ku li ser rewşa xwe biaxivin, divê piştî pirsên destpêkê bêne pirsîn.

Girîng e ji bîr nekin

Ji bîr nekin ku eger kesek naxwaze biaxive mecbûrî mecbûr nekin. Eger zarokek an nûciwanek xwe bin zextê hîs bike, gengaze xwe bi tevahî vekişin.

Hûn dikarin bibin piştevanek

Zarok û nûciwanên ku di hawîrdoreke birûmet de dijîn, di rewşeke xeternak de ne. Di zaroktiya xwe de, ew bi malbata xwe ve, bi taybet dêûbavan an sergêrî girêdayî ne. Eger zarokek li malê rastî şidet û destdirêjiyê were, dibe ku jê were xwestin ku bi kêmanî demkî ji malê derkeve û têkiliya xwe bi malbatê re qut bike. Dûv re, wekî eqrebeyek, hûn dikarin ji bo zarok an nûciwanî bibin çavkaniyek hêja.

Yekser piştî ku zarokek ziyanbar ji malek ku jêre destdirêjî hatiye kirin derket, dibe ku hewcedariya wî bi aramî û bêdengiyê hebe, lê piştî demek şûnda, daxwaz û hewcedariya wî ji malbatê re dibe ku pêşîn bibe. Girîng e ku zarok an nûciwan tenê demekê serdana endamekî malbatê bike ku ew hevdîtin bi ewlehî were saz kirin. Bo nimûne, di hevdîtina malbata mexdûr û wî/wê re nabe navnîşana mexdûr eşkere bibe, daku mexdûr careke din nebe qurbanî.

Dema ku kesek mexdûr bixwaze serdana malbata xwe bike, xizmetên civakî dikarin alîkariyê bikin, lê daxwazên zarok an nûciwan her gav nayên bicihanîn. Di dema ku ew nikaribin malbata xwe ya nêzîk bibînin hûn dikarin bibin çavkaniyek girîng a piştgiriyê ji bo kesek ziyanbar.

Divê hûn li ser çi bifikirin

Dema ku hûn guman dikin ku zarokek an mezinek li dora we rastî şidetê an destdirêjiya namûsê hatiye, girîng e ku hûn wan zanibin ku we tevgerên ku dikarin nîşan bidin ku ew ne baş in hatine dîtin. Bipirsin ka ev kes çi dike û xemgîniya xwe bidin diyar kirin ji ber ku hûn dibînin ku ew ne baş xuya dike.

Afirandin û rakêşana pêbaweriya zarok an jî nûciwanek pêwist e. Hûn dikarin vê yekê bi guhdarîkirin û amadebûn ji bo ev kesî bikin. Wek mezinek, dibe ku pêwîst be ku ji bo parastina zarokî gavan bavêjin, ji bo nimûne raporkirina fikarên xwe ji Xizmetên civakî re.

Dev ji afirandina wêneyek zarokî yan nûciwanek berdin. Bêhlin ku çîrokê bi gotinên xwe û bi leza xwe bêje. Lez nebin ka zarok çawa hest dike yan agahiyên pêşkêşkirî dinirxîne. Her tim bi çîroka zarok û çawaniya gotina hestên wê dest pê bikin.

Nîşan bidin ku hûn dilxwaz in û dikarin guh bidin zarok an jî nûciwan û lez nekin ku çareseriyekê bibînin. Pêdivî ye ku kesê ku çîrokê dibêje hîs bike ku tê bihîstin û hûn wekî guhdar fêm bikin û hêza we hebe ku hûn bi tiştên ku hûn dibihîzin re rûbirû bibin. Dîtina çareseriyek ji bo alîkariya mexdûrî paşê tê.

Bi kurtî bêje ka we çawa bihîstiye û bipirse ka we ew rast fêm kiriye yan na. Dema ku we têgihîştinek hevpar ser rewşê hebe, hûn dikarin li ser gavên pêşeroj nîqaş bikin. Ji bîr nekin ji bo zarokek an nûciwanek pêdivî ye ku bikaribe beşdarî tiştên ku diqewimin bibe û agahiya li ser wê werbigire, wek nimûne eger hûn fikarên xwe ji xizmetên civakî re radigihînin.

Eger hûn dixwazin beşdarî çalakiyên piştgiriyê bibin, pêşniyar bikin ku hûn bi zarokek an nûciwanek re hevrê bibin. Lîsteya têkiliyê ku tê de çalakiyên cûrbecûr yê piştgiriyê hene li binê vê rûpelê de hene.

Fîlmek li ser şidet û zordestiya têkildarî namûsê (bi Swêdî)

Devin Rexvid li zanîngeha Stockholmê mamosteyek bilind û lêkolîner e. Di vê fîlmê de, ew rave dike ku şidet û zordestiya têkildarî namûsê çi ye, dikare ji çi pêk were û çawa dikare xwe nîşan bide. Ew herwusa behsa piştgirî û alîkariya ku ji bo kesên ziyanbar tê radest kirin, dike.

10,34

Çalakiyên piştgirî

Gelek rêxistinên parêzvaniyê hene ku bi zanebûn û tecrûbeyê li ser şidet û zordestiya têkildarî namûsê dixebitin. Li jêr lîsteyek navendên pêşwaziyê hene ku hûn dikarin kesên ziyanbar bişînin da ku piştgirî û alîkariya pêwîst bistînin. Weke eqrebe yan hevalê nêzîk yê kesekî ziyanbar, hûn dikarin beşdarî gelek çalakiyên piştgiriyê jî bibin.

Desthilatdariya polîs

Piştî wergirtina rapora sûcên hatine ragihandin, desthilatdariya polîs lêkolînê li ser wan dike. Eger hewcedariya we bi yekî heye ku li ser tiştên ku we jiyaye pê re biaxive, herwusa ew dikarin we bişînin ser çalakiyên din. Polîs dikare te biparêze, eger tu rastî tehdîd û tundûtûjiyê werî.

Xizmeta Civakî

Xizmetên civakî yên her şaredariyê berpirsiyar in ku alîkarî û piştgiriyê bidin mexdûrên sûc û malbatên wan. Li jêr lînka malpera şaredarî û herêmên Swêdî heye ku agahiyên pêwendiya şaredariya we nav de heye.

Xeta Telefona Qurbaniyên Sûcê

Navenda Qurbaniyên Sûcê rêxistinek bêy-qezenc e ku piştgiriya mexdûrên her cure tawanan dike.

Navenda Pêşwaziya Linnamottagningen

Navenda pêşwaziyê ya Linnamottagningen navendeke pêşwaziyê ye ji bo nûciwanên ku rastî şidet û zordestiya têkildarî namûsê hatine, yan jî zewicîne yan jî li dijî daxwaza xwe di bin metirsiya zewacê de ne. Navenda pêşwaziyê dikare hem bi hişk û hem jî dem-dirêj bibe alîkar. Navenda Pêşwaziyê belgeya LGBTQI heye û navendek çandî ye. Navenda pêşwaziyê ya Linnamottagningen dikare pisporên ku bi kesên ziyanbar re rûbirû bibin jî şîret bike. Navenda pêşwaziyê têlefonek acîl ya neteweyî heye.

Sitargeha jinan û stargeha keçan a Somaya

Sitargeha û Penaberiya Keçan a Somaya rêxistinek bêy-qezenc e ku alîkariya keç, jin û kesên LGBTQI dike, yên ku bi paşxanek biyanî bin metirsiya şideta hevjînê nêzîk de ne yan jî di hawîrdorek birûmet de dijîn. Xizmetên pirzimanî yên Somaya pêk tên ji xetek alîkariyê, piştgiriya axavtinê, cihê stargeh û navendek çalakiyê hene. Karmend xwedî tecrûbeyek berfireh in di warê alîkarîkirina kesên ku hewcedarê parastinê ne û ji bindestî û tundûtûjiyê direvin.

Terrafem

Terrafem rêxistinek bêy-qezenc e ku azadiya keç û jinan ji tundiya mêran diparêze. Terrafem ji bo keç û jinên biyanî xeteke netewayetî heye û bi kesên bêpar ji welat û zimanên cuda re têkilî heye. Wekî din, Terrafem xizmetek qanûnî ya li ser têkiliyê û xizmetê jinan pêşkêşî dike.

Navenda Pêşwaziya RFSL Stödmottagning

Navenda pêşwaziyê RFSL Stödmottagning ji bo kesên LGBTQ yên ku rastî tacîz, tehdîd û şidetê hatine, çalakiyên piştgiriyê pêşkêş dike. Eqrebe û hevalên kesên tundûtûjî yê LGBTQ û herwusa pisporên ku di komên hedef de cih digirin jî tên pêşwazî kirin. Têkiliya bi navenda piştevaniyê re belaş û nenas e.

Piştgiriya axavtina Evînê belaş e

Rädda Barnen axavtinek piştgirî ya bi navê Evîn belaş e, dimeşîne. Ev axavtin ji zarok û nûciwanên ku li ser gelek mijarên girêdayî namûsê li piştgirî û rêberiyê digerin, pêşkêş dibe. Axavtin ji aliyê kesên bêy-qezenc ve tê meşandin. Li vir zarok û nûciwan dikarin li ser maf, şidet û zordestiya têkildarî namûsê, sînordarkirin û zewacên mecbûrî û mijarên din pirsan bikin.

Mafên keçan di civakê de, TRIS

TRIS rêxistinek bêy-qezenc e ku li dijî şidet û zordestiya têkildarî namûsê şer dike. TRIS alîkariya mezinan û herwusa zarok û nûciwanên ku di bin xetereya şidet û zordestiya têkildarî namûsê de ne an jî di bin xetereya tundûtûjiyê de ne. Li TRIS, pisporî di radestkirina hewcedariyên zarok û nûciwanên bi astengiyên mejî de heye. TRIS di nava xizmetên din de têlefonek piştgirî, TRIS Hotline, pêşkêş dike. Rêxistin herwusa dikare ji bo kesên ziyanbar cihên demkî an stargeh radest bike.

Xeta telefona piştgiriya GAPF

Komeleya Neteweyî ya Qet Pella û Fadime Ji bîr Neke, GAPF, bi rêya xeta xwe ya alîkariyê piştgirî û şîretan pêşkêş dike. Ew li seranserê salê 24/7 vekirî ye. Kesên ziyanbar û eqrebe û pispor dikarin ji xeta alîkariyê piştgiriyê bistînin. Ev navenda piştevaniyê ji ew kesan pêk hatiye ku adetî danûstandina gel kesên birûmet kirine. Têkiliya bi ew xeta lezgîn re belaş e, hûn dikarin nenas bimînin, û karmendên piştgirî mecbûr in ku nepenîtiyê biparêzin.

Bêtir agahî

Di Hezîrana 2022-an de, kampanyayek agahdarkirina neteweyî di çarçoveya qanûnî û alavên ji bo tekoşîna li dijî şidet û zordestiya têkildarî namûsê hate destpêkirin. Kesên mebesta zarok û nûciwanên ziyanbar, malbat û hevalên wan, û herwusa pisporên ku bi zarok û nûciwanan re dixebitin, bûn. Naverok dikare ji hedersfortryck.se were daxistin û li ser gelek kanal û cihazan berdest e. Kampanya dikare li ser medyayên civakî, bîllboardên dîjîtal û veguheztina giştî ya li bajarên mezin were dîtin.